Cotmeh 11, 2022 13:08 Asia/Tehran
  • Li Iraqê ji ber hişkesalî û kiryarên Tirkiyê derbarê ava çemên Dîcle û Firatê, 1200 malbat koçber bûn

Nêzîkî 1,200 malbatên Iraqî ji zeviyên çandiniyê yên başûr di şeş mehên borî de hatin derxistin ji ber ku hişkesalî ev welat girtiye û ji aliyê din ve siyaset û kiryarên dewleta Tirkiyê bûye sedema kêmbûna ava çemên Dîcle û Firatê.

IRNA`yê ragihand: li gorî rapora Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, Iraqa ku ji ber şerên bi dehan salan zirar dîtiye, welatê pêncemîn e ku ji ber hin guherîna avhewayê ji wan kêmbûna avê û biyabanbûnê ziyar û ziyanê dibîne.

Salih Hadî, serokê Dezgeha Çandiniyê ya parêzgeha Zîqarê li Iraqê, şeva Duşemê got ku nêzîkî 1200 malbatên cotkar û xwediyê gamêşan ji malên xwe li çol û deverên din ên vê parêzgehê ji ber kêmbûna avê koçber bûne.

Hadî diyar kir ku koça komî di meha Nîsanê de dest pê kiriye û destnîşan kir ku ji ber ziwabûnê zêdeyî 2 hezar gamêş telef bûne.

Wî rayedarê iraqî amaje bi vê yekê jî kir, ku nîvê malbatên navçeyên bakurê Nasiriye, nêzîkî çem bûne û yên din jî koçberî parêzgehên naverast û başûrî yên wek Babil, Kut, Kerbela û Besrayê bûne.

Meha borî Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê ragihandibû ku sala 2022an dê bibe yek ji salên herî hişk ên ku Iraqê ji sala 1930an vir ve dîtiye û amaje bi kêmbûna li pey hev a baran û ava çeman jî kiribû.

Serepeyv