Cotmeh 10, 2022 12:22 Asia/Tehran
  •  Kazimî: Bila partiyên iraqî ji bo çareserkirina qeyranê bi awayê 'Beraqil' gotûbêj bikin

Serokwezîrê Iraqê ji hemî alî û partiyên iraqî xwest ku berê xwe bidin gotûbêjên beraqil, aram û avaker ji bo derxistina Iraqê ji qeyranê.

Li gorî rapora El-Melûmeyê, Mistefa Kazimî serokwezîrê Iraqê roja Duşemiyê di axaftinekê da ji hemî partî û hêzên siyasî xwest ku ji bo çareserkirina qeyrana siyasî berê xwe bidin mentiqa gotûbêjên beraqil, aram û avaker û ji bo rêkarên neteweyî yên giştalî tê bikoşin.

Kazimî got: Me sala derbasbûyî di rojeke wiha da hilbijartina parlimanî ya pêşwext li ser daxwaza gelê Iraqê û bi awayekî serkeftî li dar xist û li gorî piştarstkirina NY û çavdêrên din, ev hilbijartin herî zêde bi awayê ron hat lidarxistin.


Kazimî her wiha got: Şert û mercên yek sala derbasbûyî piştî hilbijartinê îsbat kiriye ku dengdayîn li gorî bawera hemî partiyên beşdar di hilbijartinê da divê têkildarî eslên demokrasiyê be.


Serokwezîrê Iraqê go: Me di du salên derbasbûyî da li ser şêwazeke ciyawaz kar kiriye ku li ser bingeha gotûbêj, hevtêgihîştin, hevkarî û beşdariyê ye û tevî hemî êrîşên ne-edlane ku li ser me pêk hatine, me aramî û aqlmendî di rûbirûbûna digel bûyer û rewşan da kiriye rojeva karê xwe.

Serepeyv