Cotmeh 08, 2022 16:48 Asia/Tehran
  • Civîna Parlemana Iraqê destpê kir

Çavkaniyekî Iraqî destpêkirina civîna Parlemana Iraqê bi amadebûna 198 nûneran ragihand.

Hilbijartina pêşwext ya parlemana Iraqê di 10ê Cotmeha 2021ê de hat lidarxistin, lê grûp û partî û aliyên siyasî yên di parlemanê de amade bûn, ji ber nakokiyên siyasî nekarîn hikûmeta nû ava bikin, eva di rewşekê de ye ku 11 meh bi ser hilbijartinan re derbas dibe.

Li gorî rapora roja şemiyê ya nûçegihaniya Mêhr`ê, li gorî medyaya Iraqê, heta niha 198 nûner beşdarî civîna parlemana Iraqê bûne û nûnerên ku nû derbasî parlemanê bûne jî, dê sond bixwin.

Yek ji rojeva girîng a civîna îro (şemiyê) ya Parlemana Iraqê, lêkolîna mijara hebûna komên terorîst li Herêma Kurdistana Iraqê ye.

Li ser vê yekê, endamên Parlemana Iraqê dixwazin di rûniştina îro de daxwazê ​​ji hikûmeta Hewlêrê bikin û bi amajekirina madeyên heft û heştê yên destûrê, ku tê de Iraq bi tundî li dijî wê yekê ye ku bibe cihê komên terorîst û destêwerdan di karûbarên welatên cîran de, daxwaz ji hikûmeta Hewlêrê bikin. Di vî warî de gavên cidî bavêje.

Nûnerên Iraqê her wiha diyar kirin ku dê di civînê de mijarên wekî binpêkirinên di warê avadankirinê, veberhênana di sektorên pîşesazî û yasaya ewlehiya civakî û xanenişîniyê de jî bên gotûbêjkirin.

Serepeyv