Cotmeh 07, 2022 22:54 Asia/Tehran
  • Daxwaza Berhem Salih ji aliyên Iraqî bo diyalogê

Serokomarê Iraqê hemû alî û partiyên siyasî yên vî welatî ji bo derketina ji xitimîna siyasî ya niha li vî welatî vexwend diyalogê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Waa`yê, Berhem Salih serokkomarê Iraqê roja Îniyê got: Berdewamiya rewşa heyî êdî nayê qebûlkirin û êdî em nikarin ji vê şûn de li ser sebra iraqî hesabê bikin.

Salih her wiha got: Ez bang li hemû aliyên siyasî dikim ku diyalogeke cidî bikin û ber bi pêkanîna hikûmeteke bi hemû desthilatan ve biçin.

Serokomarê Iraqê diyar kir ku rewşa niha ya Iraqê bi vî rengî ye ku welat ketiye ser du-riya vegerîna ber bi pevçûnên navxweyî û nakokî û hevbendiyên navxweyî yan jî meşiyana ber bi derbaskirina kêşeyên mezin û dabînkirina pêwîstiyên xelkê.

Salih amaje bi wê yekê kir ku nebûna aramiya bi îstiqrar li welat miletê me westandiye û zemîn ji destwerdanên derve re amade kiriye.

Hilbijartinên pêşwext ên parlemana Iraqê di Cotmeha sala 2021an de hat lidarxistin, lê niha piştî derbasbûna salekê ser wê hilbijartinê, partiyên vî welatî di pêkanîna hikûmetê de bi ser neketin û ev mijar bûye sedema pêkhatina qeyranê û xitimîna siyasî ya aloz û dijwar li vî welatî.

Serepeyv