Peywendiyên Iraq û Tirkiyê di bin bandora destwerdana leşkerî ya Enqerê li bakûrê Iraqê da
Bi nêrîna Kovara El-Bewabe ya Misirê, beşeke mezin a kêşeyên navbera Iraq û Tirkiyê têkildarî mesela kurdan û destwerdana leşkerî ya Enqerê li Iraqê ye.
Kovara El-Bewabeyê ya Misirê di nivîsarekê da tevî vekolandina peywendiyên Iraq û Tirkiyê tekez kiriye ku Iraq û Tirkiyê di dema niha da peywendiyeke mayînde û hevseng tunene û beşeke wê ya mezin têkildarî mesela kurdan û destwerdana leşkerî ya Enqerê li Iraqê û Herêma Kurdistana vî welatî ye.
Vê kovarê tevî amajeya bi hebûna nêzikî 100 baregeh û niqteyên leşkerî yên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê bi behaneya şerê dijî PKK'yê, ragihandiye: Enqerê çav berdaye beşek ji axa Iraq û timakî û fikra Enqerê ji ber nêrîna vegerîna bo serdema Osmaniyan e.
Di vê nivîsarê da amaje bi piştevaniya pirraniya tevgerên siyasî û leşkerî yên Iraqê ji yekparçetiya axa vî welatî û sekinîna li hemberî destwerdanên leşkerî yên Tirkiyê li vî welatî, bi behaneya şopandina hêzên PKK'yê û hewldana ji bo cudakirina beşeke axa vî welatî bi behaneya pêkanîna Navçeya Ewleh hatiye kirin. Nakokiya li ser avê jî ji nakokiyên din ên navbera Tirkiye û Iraqê hatiye destnîşankirin.