Cotmeh 05, 2022 15:00 Asia/Tehran
  • Artêşa Iraqê serçeteyekî DAIŞê girt

Berdevkê Fermandetiya gişt hêzên çekdar ên Iraqê qala girtina serçeteyekî koma terorîst a DAIŞê bi navê Ebû Cendel kir.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya El-Melûmeyê, Yehya Resûl, Berdevkê Fermandetiya gişt hêzên çekdar ên Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand: Li pey destûrên Fermandarê gişt hêzên çekdar ên vî welatî derbarê şopandina terorîstan û qutkirina çavkaniyên wan ên darayî, Rêxistina Têkoşîna dijî terorê ya Iraqê operasiyoneke taybet bi cih anî û di encamê da Îmen Letîf Mer'awî nasyar bi Ebû Cendel girt.

Yehya Resûl got: Hêzên operasiyona taybet bi danîna xefikekê karîn vî terorîstî ku ji bo pêkanîna operasiyona terorîstî diçû parêzgeha Selahedînê, bigirin.

Di vî warî da, çavkaniyên iraqî vê dawiyê qala operasiyona serkeftî ya artêşa vî welatî li dijî terorîstên tekfîrî li parêzgeha Kerkûkê kir.

 

 

Serepeyv