Hêzên Sûriyê 50 terorîst radestî Iraqê kirin
Hêzên Sûriyê 50 terorîstên ku Bexda lêdigeriya wan bigire, radestî Iraqê kirin.
Li gorî rapora kanala nûçeyan a El-Malouma`yê, hêzên ewlehiyê yên Iraqê roja duşemiyê 50 terorîst û girtiyên ku beşek ji wan di dema şer û pevçûnên ji bo rizgarkirina Mûsilê de revîbûn nav axa Sûriyê, ji destê hêzên ewlehiyê yên Sûriyê wergirtin.
Li gorî vê raporê, hêzên sûrî ev kes ku di nav wan de hin endamên koma têrorîst a DAIŞ`ê jî hebûn, li sînorê Rebîeyê radestî hêzên ewlehiyê yên Iraqê kirin.
Hemû ev kesana di zindana "Xuyran” de dihatin ragirtin û di çarçoveya rêkeftina di navbera Sûriye û Iraqê de derbarê kesên ber teqîbat û şopandinê de radestî Iraqê hatin kirin.
Jêderekî ewlekarî yê Îraqî ragehand ku fermanên dozgerîyê yên teqîbatê ji bo hemû kesên desteserkirî hatine derxistin û ew hemû jî bi tawan û kuştinên li dijî hêzên ewlekarî û xelkê sivîl hatine tawanbar kirin.
Sala borî jî tevî dijberiya rayedarên xwecihî û nişteciyên parêzgeha Nînewayê, hikûmeta Iraqê çend caran bi dehan malbatên iraqî ku zilamên wan endamên DAIŞê ne ji kampa Holê li Sûriyê bo kampa el-Cedee li Nînewayê veguhestin.
Zîndana Xuyran ku ji bo ragirtina endamên DAIŞê ye, zêdetirî 3 hezar terorîstên DAIŞê tê de ne ku piraniya wan ji Sûriye, Iraq û hin welatên din in.