Cotmeh 04, 2022 10:56 Asia/Tehran
  • Li Besrayê di navbera hêzên Heşdî Şeibî û terorîstan de şer derket

Hêzên Heşdî Şebî li Basrayê (başûrê Iraqê) bi terorîstan re şer kirin.

Li gorî rapora kanala Telegramê ya Sabirîn News`ê, roja sêşemiyê di encama bersiva hêzên Heşda Şeibî li hember êrişên bi roket û mûşekan ên terorîstan li ser baregehên Heşda Şeibî li Besrayê li başûrê Iraqê, 12 terorîst hatin kuştin û çend terorîstên din jî birîndar bûn.

Li gorî vê raporê, terorîstan herî kêm 14 mûşekên Katyûşa ber bi kompleksa koşkên serokomariyê li Besrayê avêtine.

Li gorî vê raporê, hemû mûşekên ku ber bi kompleksa koşka serokomariyê ve hatine avêtin, li malên xelkê yên derdora kompleksa koşkê ketine yan jî ketine nava çem.

Li gorî vê raporê, piştî van êrişan, hêzên Heşdî Şeibî bi lez bertek nîşan dan û çeperên terorîstan bi êrişên roketî kirin armanc.

Di vê raporê de hatiye gotin ku hêzên Heşdî Şeibî li herêma El-Tanûma êrîşa çeteyên çekdar têk birin û ev kes neçar man paşde vekişin.

Serepeyv