Cotmeh 02, 2022 20:40 Asia/Tehran
  • Çarçoveya Hemahengiya Şîeyên Iraqê: Divê hikûmetek bi hemû desthilatan bê avakirin

Çarçoveya Hemahengiya Şîeyên Iraqê tekezî li ser pêkanîna hikûmeteke nû bi hemû desthilatên wê yên qanûnî kir.

Bi dehan kes ji xelkê Iraqê di sêyemîn salvegera xwepêşandanên Cotmehê ya li dijî gendelî, serdestiya partiyên siyasî û destwerdanên derve de li Bexdayê xwepêşandan kirin.

Li gorî rapora IRNA`yê ji zarê medyayên Iraqê, çarçova hevahengiya hêzên şîe yên Iraqê roja yekşemiyê rola hêzên ewlehiyê yên Iraqê li birêvebirina kombûnên xwenîşandana roja şemiyê li vî welatî û parastina saziyên yasayî bi bandor û bilind nirxand.

Di vê daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku çarçoveya hevahengiyê tekezî li ser mafê xwepêşandanên aştiyane û daxwazên rewa di çarçoveya destûrê de dike ku garantiya avakirina hikûmeteke nû bi hemû desthilatan dike; Hikûmetek ku bikare asayîşê çêbike û asankariyan pêk bîne û gendeliyê ji holê rake.

Pêştir Serokê Parlemana Iraqê Muhemed Helbûsî amaje bi wê yekê kiribû, ku li hember mekanîzma hilbijartina namzedê serokwezîriyê nerazîbûn hene û ragihandibû ku danûstandinên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê eva demeke dest pê kirine.

Serepeyv