Cotmeh 01, 2022 13:33 Asia/Tehran
  • Li Bexdayê xwepêşandan dest pê kir û rêyên Navçeya Kesk hatin girtin

Li Bexda û hejmarek parêzgehên din ê Iraqê, ji bo bîranîna sê saliya “Xwpêşandanên Cotmehê” yên li dijî gendelî, serdestiya partiyan û destwerdana derveyî, xwepêşandanan dest pê kirin û hêzên ewlehiyê piraniya riyên ber bi Navçeya Kesk ve diçin, girtin.

Xwepêşandanên Cotmeha 2019 anku “Tişrînê” yên li dijî gendelî, serdestiya partiyan û destwerdana derveyî, dest pê kirin û hejmareke mezin ji endamên hêzên leşkerî û ewlehiyê li Bexdayê hatine belavkirin.

K24 diyar kir ku xwepêşandar vê carê li meydana Nisir û meydana Tehrîrê kom bûne û dixwazin ji wan her du cihan ve ber bi Navçeya Kesk ve biçin.

Hebûna jinan di vê xwepêşandanê de nîşan dide ku ji bilî Sedriyan tevgerek ku xwe Taşrenî dihesibîne jî di vê xwepêşandanê de amade ye.

Xwenîşanderên Îraqî hewil didin ku rêbendên ewlekarîyê derbas bikin û ji Pira Komarê ya li Bexdayê re derbas bibin û nêzîkî avahîyên hikûmetê bibin.

Navçeya Kesk li nava Bexdayê dikeve, Balyozxaneya Amerîka, balyozxaneyên hejmarek welatên din, baregehên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, baregeha Hikûmeta Iraqê û hin dezgehên din lê ne.

Di rojên derbasbûyî de, komîteyeke bi navê “Hevrêziya Bilind a Xwepêşandanan li Iraqê” lihevkirinek ragihand ku di destpêka Cotmehê de li paytext Bexdayê xwepêşandanên girseyî pêk bînin.

Roja 1ê Cotmeha 2019an ku xwepêşandanan li Bexda û parêzgehên naverast û başûrê Iraqê dest pê kiribûn ku bi “Xwepêşandanên Tişrînê” tê naskirin, di salvegera 3emîn a van xwepêşandanan de, li Bexda û hin parêzgehên başûrê Iraqê xwepêşandanan ji bo dabînkirina xizmtguzariyan, sînordarkirina çekan di destê hêzên ewlehiyê de û cezakirina kujerên xwepêşanderan, dest pê kirine.

Xwepêşandanên Cotmehê li ser daxwaza xwepêşanderan bûbû sedema rûxandina hikûmeta wê demê a bi serokatiya Adil Ebdulmehdî, avakirina hikûmeteke demkî û lidarxistina hilbijartinên pêşwext.

Serepeyv