Îlon 18, 2022 20:13 Asia/Tehran
  • Hejmara ziyaretkirên Erbeînê 24 milyon kes derbas kir

Çavkaniyên Iraqî ragihandin ku hejmara heciyên îsal (1444 hicrî-qemerî) di dema Erbeîna Huseynî ya Kerbelayê de zêdetirî 24 milyon kes e.

Duh roja şemiyê 20 Sefera 1444ê hicrî-qemerî (17.09.2022) erbeîna şehadeta Îmam Husên (S) îmamê sêyem ê şîeyên cîhanê û hevalên wî yên emekdar li çola Kerbelayê bû û ziyaretkir çend roj berê beşdarî merasima meşa Erbîna Huseynî (S) li bajarê Kerbela li başûrê Iraqê bûn.

Li gorî rapora navenda ragihandinê li Kerbelaya pîroz, merasima meşa Erbeînê ya îsal zûtir ji salên berê bi amadebûna hejmarek zêde ji ziyaretkiran dest pê kir.

Amarên berdest nîşan didin ku hejmara ziyaretkirên Erbeina Huseynî zêdetirî 24 milyon kes in ku di navbera her du heremên pîroz de bûne.

Hejmara ziyaretkirên ku par (1443 hicrî) derbasî bajarê Kerbelayê bûne 16 milyon û 327 hezar û 542 ziyaretkir û sala beriya wê jî 14 milyon û 553 hezar û 308 ziyaretkir bûye.

Serepeyv