Îlon 16, 2022 10:26 Asia/Tehran
  • 20 milyon ziyaretkar beşdarî ٍErbeîna Îmam Husên (e.s) bûn

Îsal 20 milyon ziyaretkar beşdarî meşa Erbeîna (Çileya) Îmam Husên (e.s) bûn, ku di nav wan de pênc milyon biyanî hene.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl ragihand, îsal zêdetirî 20 milyon ziyaretkar beşdarî merasîma Çileya Îmam Husên (e.s) bûne.

Yehya Resûl di daxuyaniyekê de eşkere kir: “Ji wan 20 milyon ziyaretkaran, 5 milyon biyanî ne, ku li gor zanyariyan bi rêya deriyên sînorî û balafirgehên Bexda û Necefê hatine Iraqê.”

Li ser vê mijarê, Serokê Beşa Karwan û Merasîmên Husêniye yê Iraq û cîhanê  Eqîl Yasirî ragihand, di nava van çend rojan de zêdetirî 12 hezar û 500 karwan beşdarî bîranînê bûne, 300 karwan ji aliyê welatiyên biyanî ve bûne.

Serepeyv