Îlon 14, 2022 11:05 Asia/Tehran
  •  Wezaret an jî Rêveberiya parêzgehê; Kîjan berpirsa rakirina zimanê kurdî ji belgeyên tendirustiyê li Kerkûkê ye

Li parêzgeha Kerkûkê ya Iraqê biryara rakirina zimanê Kurdî li ser lîsans û ruxsetên ku ji bo xebitandina saziyên tendirûstiyê hatine derxistin bû sedema bertekan. Rêveberiya Giştî ya Tendirûstiya Parêzgeha Kerkûkê amaje bi wê yekê kir ku biryar ji aliyê Wezareta Tendirustiya Iraqê ve hatiye dayîn. Lê Wezaretê diyar kir ku ev biryar li ser daxwaza Midûriyeta Parêzgehê hatiye girtin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Li Kerkûkê rakirina zimanê kurdî ya di belge û lîsansên dermanxane, kargeh û bazirganiya girêdayî tendirustiyê de bû sedema bertekan.

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Parêzgeha Kerkûkê Nebîl Hemdî Buşnaq di derbarê mijarê de got “Tişta ku em dikin, pabendbûna bi rênimayiyên Wezareta Tendirustiya Iraqê ye. Wezaretê diyar kir ku li hemû parêzgehên Iraqê divê belge tenê bi zimanê erebî bin, eger nebe ew biryar ne rewa ye. Eger ji me were xwestin ku sibê zimanên din li belgeyan zêde bikin, em ê bikin.”

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Kerkûkê, di fermannameya bi navê “ruxseta tendiristiyê” ya roja 7ê Îlona 2022an de, ji Rêveberiya Tendirustiya navçeya Dubiz re şandiye tê gotin ku "li gorî biryara bi hejmara 2719 a 17'ê Tebaxa 2022'an ruxsetên tenduristiyê yên ji bo tesîs û kargehan bên dayîn dê bi zimanê Erebî bin."

Parlamentera Parlamentoya Iraqê ya Kerkûkê Necwa Hemîd ragihand, ev biryar di Tîrmehê de hatibû standin lê piştî zext û bertekan ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hatibû betalkirin.

Hemîd diyar kir ku wezaretê di 28ê Tebaxa 2022an de biryar ji Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Parêzgeha Kerkûkê re şandiye û got "Em bi Wezareta Tenduristiyê re axivîn. Em ê li ser mijarê lêkolîn bikin û heta betalkirina mijarê bişopînin. Lê Wezareta Tenduristiyê da zanîn ku li ser daxwaza Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya Parêzgeha Kerkûkê ev biryar hatiye dayîn."

Di Destûra Bingehîn a Iraqê de zimanên fermî yên dewletê kurdî û erebî ne. Divê her du ziman di belgeyên hukûmetê de bêne bikaranîn.

Cîgirê Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê roja 06.09.2022ê nameyek ji Wezareta Tendirustiya Iraqê re şand û tê de bi bîr xist ku di madeya 4 a Destûra Iraqê de zimanên Kurdî û Erebî zimanên fermî yên welêt in û li Iraqê mafê perwerdehiya bi zimanên xwe yên zikmakî yên wekî tirkmenî, suryanî û ermenî tê garantîkirin.

Di Kanûna sala borî de şaredariya Kerkûkê çend tabelo li hinek deverên bajêr danîbûn, bi zimanên Erebî, Îngilîzî û Tirkmenî lê ne bi Kurdî. Li bajarê ku piraniya şêniyên wê Kurd in, piştî bertekên tund, di meha Tebaxa îsal de zimanê Kurdî jî li ser lewheyan zêde bû.

Serepeyv