Îlon 13, 2022 13:52 Asia/Tehran
  • Çarçoweya Hemahengiya Şiyî ya Iraqê pêşwaziya lidarxistina hilbijartinên pêşwext kir

Di beyanameyekê de, Çarçoweya Hemahengiya Şîeyên Iraqê, pesna Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Iraqê û Hevpeymaniya Hakemiyet da, ku pêşwaziya lidarxistina hilbijartinên pêşwext piştî pêkanîna şert û mercên qanûnî yên pêwîst, dikin.

Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRNA`yê, li vê daxûyaniyê hatiye: Çarçoweya Hevahengiya Şîeyan a helwesta niştimanî û yasayî ya Hevpeymaniya Hakemiyet bi serokatiya Xemîs El-Xencer û Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê piştî civîna wan li Hewlêrê û pêdagiriya wan li ser pabendbûna bi qanûna bingehîn a vî welatî di warê lidarxistina hilbijartinên pêşwext de piştî pêkhatina şert û mercên wê bi nirx da zanîn.

Çarçoweya Hemahengiya Şîeyan herwiha tekezî li ser berdewamiya diyalogê li gel hemû aliyan bo cîbicîkirina pêwîstiyên qanûna bingehîn û destpêkirina çalakiyên saziyên hikûmetê û pêkanîna hikûmeteke bi hemû desthilatan kir.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye gotin: Çarçoweya Hemahengiyê teqez dike ku dê bi hemû hêza xwe ji bo bilezkirina proseya aramkirina rewşê û dabînkirina beşdariya her kesî bixebite.

Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku nivîsgeha medyayî ya serokê parlemana Iraqê Mihemed Helbûsî duh, Yekşemê ragihand, ku wî di civîneke hevbeş de li gel Mesûd Barzanî serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê û Xemîs El-Xencer serokê Hevpeymaniya Hakemiyet pêşhatên siyasî yên Iraqê gotûbêj kirine.

Li gorî vê daxuyaniyê, Helbûsî û Barzanî tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinên pêşwext piştî dabînkirina mercên yasayî yên pêwîst kirin.

Her di vê hevdîtinê de her du alî tekez li ser pêwîstiya pêkanîna hikûmetê bi hemû hêzan û berdewamiya kar û xebatên parlemana niha heta hilbijartinên navborî kirin.

Serepeyv