Îlon 12, 2022 17:02 Asia/Tehran
  • Dewama aloziya siyasî li Iraqê piştî ku daxwazên ji bo hilweşandina parlimanê nehatin pejirandin

Hevdem digel hewildanên dewleta Iraqê ji bo lihevcivandina hemû aliyên siyasî yên vî welatî ji bo gotûbêjê, hêzên navçeyî û civata navneteweyî jî tekeziyê li ser dewama gotûbêjên neteweyî ji bo bidestxistina lihevkirinê li vî welatî dikin.

Qeyrana siyasî ya Iraqê di halekî da hema wisa didome ku deh meh ji hilbijartina parlimanî li vî welatî derbas dibin û di mehên dawiyê da piştî êrîşa alîgirên Muqteda Sedir li ser avahiya parlimanê, ev qeyran derbasî qonaxeke nû û dijwar bûye. Piştî wê Muqteda Sedir daxwaza destwerdana Saziya Dadweriyê ji bo vekolandina qeyrana siyasî û hilweşandina parlimanê kir; lê Dadgeha Federal a Iraqê daxwaza hilweşandina parlimana vî welatî nepejirand.

Roja derbasbûyî jî Muhemed Helbûsî serokê Parlimana Iraqê û ji kesayetiyên bibandor ên tevgerên sune yên Iraqê çû Hewlêrê û bi Mesûd Barzanî ra civiya.

Hin çavkaniyan ragihand ku Barzanî û tevgerên sune yên Iraqê li hev kiriye ku pişta daxwaza Sedir ji bo hilweşandina parlimana niha ya Iraqê negirin û li aliyê din, li ser damezirandina dewletekê bi serokatiya Mistefa Kazimî li hev kirine.

Hevdem digel hewildanên navneteweyî ji bo çareserkirina qeyrana siyasî li Iraqê, Muhemed Muxbir Alîkarê Serokê Komara Îslamî ya Îranê jî di têkiliya telefonî tev Kazimî, li ser girîngiya plana gotûbêjên neteweyî û hewildanên dewleta Iraqê ji bo pêkanîna aştiyê di navbera partiyan da tekez kir.

Wek alûgoreke nû di atmosfera siyasî ya Iraqê da, Serokê Hevpeymaniya Nesrê ya Iraqê ji tevgerên siyasî yên vî welatî xwest ku qonaxa niha wek dewraneke veguhestina desthilatê bizanin.

Heyder Ebadî di twîtekê da wek berteka li hemberî daxwazên Muqteda Sedir di warê hilweşandina parlimana niha û lidarxistina hilbijartina pêşwext da, nivîsî: Her biryara ku bi armanca şikandina vînê (gelê Iraqê) were dayîn, dê karesaetk ji bo gel û welatê Iraqê be.


 

Serepeyv