Êrîşa bi mûşekan bo ser baregeha leşkerî ya Tirkiyê li bakurê Iraqê
Çavkaniyên medyayî yên Iraqê ragihandin ku êrişeke nû ya mûşekî li dijî yek ji baregehên Tirkiyê li bakurê Iraqê hatiye kirin.
Li gorî rapora kanala Telegramê ya “Sabrîn”ê, îro Yekşemê careke din yek ji baregehên leşkerî yên Tirkiyê li bakurê Iraqê rastî êrişa mûşekî ya “Konkurs” a kontrolkirî hat.
Roja 31ê Tebaxa borî jî bo yekem car wêneyên êrîşa bi mûşekên Konkurs bo ser binkeya leşkerî ya Tirkiyê "Bamernî" li parêzgeha Dihokê li bakurê Iraqê li ser torên civakî hatin belavkirin û îro hat ragihandin. Cara duyem e ku baregeheke leşkerî ya Tirkiyê bi vê mûşekê hatiye armanckirin.
Moşekên Konkurs bi kumikekî dijî zirêhî yên xwedî şiyana teqemenî ya bi hêz û bi menzîla çar kîlometran ve, ku bi leza 200 metre di çirkeyê de tê avêtin.
Heta niha ti aliyekî berpirsyariya êrîşa îro ya li ser baregeha Tirkiyê li bakurê Iraqê negirtiye ser xwe.
Di meha borî de Iraqê gilî li Encûmena Asayişa Navdewletî kiribû derbarê êrişa Tirkiyê li ser seyrangeheke parêzgeha Dihokê ku di encamê de 9 kesên sivîl hatin kuştin û 23 jî birîndar bûn.
Eva di rewşekê de ye ku serokê Dezgeha Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan li Iraqê ye û bi rayedarên vî welatî û yên Herêma Kurdistanê re hevdîtin pêk aniye û bi wan re derbarê pêwendiyên siyasî û ewlehiyê gotûbêj dike.
Rûdawê diyar kiriye ku Fîdan li Bexdayê bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Serokê Parlemanya Iraqê Mihemed Helbûsî û bi hinek rayedarên din ên Iraqê re civiyaye.