Wezîrê navxwe yê Iraqê tekezî li ser pêkanêna rewşeke ewle ji bo ziyaretkerên Erbeîna Huseynî kir
Wezîrê navxwe yê Iraqê tekîd li ser rijdbûna hikûmeta Iraqê ji bo dabînkirina rewşeke aram û guncaw ji bo hemû ziyaretkerên Erbeîna Huseynî kir.
Li gorî rapora Kanala Al-Alamê, Usman El-Xenamiyê wezîrê karên hundir ê Iraqê roja yekşemiyê li gotûbêja telefonî tev Rana Senaullah Xan hevtayê xwe yê Pakistanî pêvajoya şandina ziyaretkerên Pakistanî bo bajarê pîroz ê Kerbelayê û rêyên bihêzkirina peywendiyên dualî di navbera Iraq û Pakistanê gotûbêj kir.
El-Xenamî diyar kir ku wezaret, sazî û dezgehên welatê Iraqê ji bo pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzarî bo ziyaretkerên xwemalî û biyanî yên Erbeînê amade ne û hevkariyeke gelek baş di navbera rayedarên pêwendîdar û ziyaretkeran de ji bo pêkanîna vê merasimê bi awayê herî baş heye.
Wezîrê navxwe yê Iraqê amaje bi vê yekê jî kir ku hikûmeta Iraqê bi biryar e rewşeke ewle û guncaw ji bo hemû ziyaretkeran dabîn bike, ji wan jî ji bo ziyaretkerên Pakistanî ku pêwendiyên wan ên dîrokî û bihêz bi Iraqê re hene.
Hêzên Heşdî Şeibî ji çend rojên borî ve li gel hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi armanca dabînkirina ewlehiya ziyaretkeran li ser sînorên vî welatî bi cih bûne.