Îlon 11, 2022 17:04 Asia/Tehran
  • Li Iraqê otobusek teqiya û di encamê de 11 kes hatin kuştin û 30 kes birîndar bûn

Serokê Heyva Sor a Îranê ragihand: Li gorî agahiyan, li bajarê Şumlî yê parêzgeha Babilê ya başûrê Iraqê otobusek li benzînxaneyekê teqiya û di encamê de 11 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn û çend ji birîndaran îranî ne.

Li gorî rapora IRNA`yê, "Pîr Husên Kolîwend" Serokê Heyva Sor a Îranê roja yekşemê got: Otobûsên ambulansê yên Heyva Sor a Îranê li cihê bûyerê amade ne û operasiyona rizgarkirinê berdewam e.

Kolîwend amaje bi vê yekê kir ku di nav birîndaran de Îranî jî hene û got: Nasname û neteweya kuştiyan nayê zanîn û piştî naskirina nasnameyan dê zanyariyên zêdetir bên ragihandin.

Rêvebirê Heyva Sor a parêzgeha Îlamê li rojavayê Îranê, Xolamreza Elî-Mihemedî jî ragihand: Ji ber teqîna cihê benzîna otomobîlekê, li devera benzînxaneyê, teqîneke bihêz rû da û sê otomobîl jî tûşî teqîn û şewatê bûn.

Bi gotina Rêveberê Heyva Sor a Îlamê, tundiya bûyerê ewqas zêde ye, ku nayê zanîn çend ziyaretkerên Îranî û çend ziyaretkerên Iraqî hene, lê bêguman di nav wan de ziyaretkerên Îranî jî hene.

Serepeyv