Îlon 11, 2022 15:40 Asia/Tehran
  • Deh fermanên Muqteda Sedir ji bo merasîma Erbeîna Huseynî

Rêberê Tevgera Sedir a Iraqê di nivîseke xwe ya li ser Twitterê de daxwaza çûna ber bi Kerbelayê kir û deh merc ji bo vê pêngavê danîn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, Muqteda Sedir, rêberê Tevgera Sedir a Iraqê roja yekşemiyê li ser Twitterê nivîsî: "Bêyî alên taybet ên girûpek, partiyek, wargeh û aliyek û bêyî hildana wêne û pankartan, ne yên şehîdan û ne jî yên kesekî din ber bi Kerbelayê bi rê kevin.

Muqteda Sedir tekez kir, xwe ji lixwekirina kefen û cil û bergên ku we ji ziyaretkerên din cuda dike, bi taybetî kincên leşkerî dûr bêxin û qîrîna we tenê navê Xwedê, îtaetkirina ji Wî, Îmam Husên û Ehlê Beytê (S)  bibe.

Rêberê Tevgera Sedir diyar kir, sebir, hikmet û exlaqê di asta herî bilind de berçav bigirin û divê hêzên ewlehiyê bi awayekî cidî û bê xemsariyê bi her kesê ku van fermanan cîbicî neke re rûbirû bibin.

Muqteda Sedir bal kişand ser vê yekê ku di vê merasimê de tawanbarkirina kesên din û binavkirina wan wek Beesî, terorîst, milîs û hwd heram e û wek belavkirina derewan tê hesab.

Di daxuyaniya Sedir de hatiye ku her bê hurmetiya li ziyaretkerên biyanî û êrişa ser wan, bi taybetî birayên Îranî, bi dest û ziman û bi awayekî din, karekî bi nefret, qedexe û heta heram û berovajî erf û edetê ye.

Rêberê Tevgera Sedr ragihand ku hilgirtina her cure çekên sar û germ qedexe ye û heta heram e. Her kesê ku li dijî vê yekê tevbigere dê ji hêzên ewlehiyê re were şandin. Divê hemû kes bi hêzên ewlehiyê re hevkariyê bikin.

Sedir di dewamê de îhtîmala cîbicîkirina van fermanan heta 28ê Seferê û salvegera koça dawî ya Pêxemberê Îslamê  (S) û merasîma şînê li mezargeha Îmam Elî (s) li Necef Eşref ragihand.

Serepeyv