Îlon 10, 2022 09:31 Asia/Tehran
  • Heşda Şeibî: Plana terorîstî li dijî ziyaretkirên Erbeyînê hat pûçkirin

Heşda şeibiya Iraqê plana terorîstî ji bo êrîşa li ser ziyaretkirên Îmam Husên (S) li Kerbelaya Muela pûç kir.

Li gorî rapora kanala teelvîziyonî ya Meyadînê, Femandetiya operasiyonê ya Heşda Şeibiyê li navçeya El-Cezîreya Iraqê roja Şemiyê bi daxuyaniyekê ragihand, Tîpa 46an a Heşda Şeibiyê piştî wergitina zanyariyan û di çarçoveya plana dabînkirina ewlehiya Erbeyînê da, plana terorîstî ji bo êrîşa li ser ziyartekirên Îmam Husên (S) li bajarê Kerbelayê pûç kir.


Di vê daxuyaniyê da hatiye, operasiyona hêzên Heşda Şeibiyê ji bo şopandina terorîstên bicihbûyî li çolistana El-Rezazeyê ya parêzgeha Enbarê (rojavayê Iraqê) di rewşekê da pêk hat ku terorîstên DAIŞê dixwestin ku li er rêya ziyaretkiran operasiyona terorîstî pêk bînin.


Her sal bi miliyonan ziyaretkir ji seranserî cîhanê di roja Erbeyîna Îmam Husên (S) da derbasî bajarê Kerbelayê li başûrê Iraqê dibin.

Serepeyv