Îlon 05, 2022 16:50 Asia/Tehran
  •  Serokomarê Iraqê: Em pişta her hewildanekê ji bo çareseriya qeyrana siyasî bi rêya gotûbêjê digirin

Serokomarê Iraqê got: Hewildanên ji bo bidawîanîna qeyrana siyasî bi rêya gotûbêjê didomin.

Di halekî da ku serokên bereyên siyasî yên Iraqê tekeziyê li ser pêwîstiya bidawîanîna qeyrana siyasî ya vî welatî dikin, lê hîn jî du partiyên mezin ên kurdî li vî welatî nekarîne nakokiyên xwe li ser berendamê serokomartiya Iraqê ji holê rakin.

Di vî warî da nûnerê Êzidî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) li parlimana vî welatî, got: PDK û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) heta niha li ser berendamê serokomartiya Iraqê li hev nekiriye.

Mehma Xelîl got: PDK di vê qonaxê da Berhem Salih, berendamê YNK'yê hêjayî rêberiya Iraqê nizane.

Xelîl tevî amajeya bi vêya ku gotûbêjên PDK û YNK'yê ji bo hevtêgihîştin û lihevkirina li ser berendamê serokomartiya Iraqê didomin, got: YNK û PDK'yê zêdetir ji berendamekî ji bo serokomartiya Iraqê hene, ku eger nakokî neyên çareserkirin, her yek ji wan dê berendamekî din bide nasandin.

Hesen Alî ji serokên payebilind ên YNK'yê jî got: Hîn tu pêşketinek di mijara serokomartiya Iraqê da pêk nehatiye.

Li gorî nûçeyeke din a têkildarî alûgorên siyasî yên Iraqê, dora duyem a gotûbêjên neteweyî yên vî welatî bi beşdariya serokên partiyên vî welatî dest pê kir.

Mistefa Kazimî serokwezîrê Iraqê beriya vêya ku hemû aliyên siyasî xwest ku îro beşdarî dora duyem a gotûbêjên neteweyî bibin.

Beriya vêya û di nîveka meha derbasbûyî da, dora yekem a van gotûbêjan bi beşdariya hemû aliyên siyasî ji bilî Tevgera Sedir hatibû lidarxistin.

Serepeyv