Îlon 05, 2022 15:52 Asia/Tehran
  • 5 cihên xweveşartinê yên terorîstên DAIŞê li Iraqê hatin naskirin û jinavbirin

Fermandetiya Operasiyona Hevpar a Iraqê qala keşfkirin û jinavbirina pênc cihên xweveşartinê yên terorîstên DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê kir.

Fermandetiya Operasiyona Hevpar a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, Hêzên ewlehiyê û polîsê federal di operasiyoneke lezgîn û bi bikaranîna dronan 5 cihên xweveşartinê yên koma terorîst a DAIŞê li bintara Çiyayên Hemrînê li parêzgeha Kerkûkê ya bakûrê rojhilatê Iraqê keşf kirin û ew teqandin.

Li gorî ragihandina Fermandetiya Operasiyona Hevpar a Iraqê, di van cihan da hejamreke ekên Klaşînkov, teqemenî, xwarek û alavên patinê hatin dîtin.

Hevdem digel nêzikbûna meşa Erbeyîna Îmam Husên (S), operasiyonên paqijkirin û dabînkirina ewlehiya rê û navçeyên Iraqê ji çeteyên DAIŞê berfireh bûne.


 

Serepeyv