Îlon 02, 2022 09:47 Asia/Tehran
  • Iraqê rêjeya derhat û firotina neftê ya meha Tebaxa 2022an eşkere kir

Wezareta Neftê ya Iraqê derhata neftê ya meha Tebaxê eşkere kir. Wezareta Neftê ya Iraqê diyar kir derhata meha Tebaxê ya nefta Iraqê 9 milyar 784 milyon dolar e û li gor Tîrmehê derhata neftê kêm bûye.

Wezareta Neftê ya Iraqê bi daxuyaniyekê derhat û firotina nefta Iraqê ya meha Tebaxê eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat gotin li gor amarên Kompanya Nefta vî welatî, SOMO'yê, di meha Tebaxê de 101 milyon 859 hezar 528 bermîl nefta xam hatiye firotin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin firotina nefta Iraqê li gor Tîrmehê kêm bûye. Di Tîrmeha 2022an de 102 milyon 385 hezar û 49 bermîl neft hatibû firotin.

Hat gotin, di meha Tebaxê de rojane 3 milyon 286 hezar bermîlên neftê hatine firotin. Derhata neftê ya meha Tebaxê 9 milyar 784 milyon dolar bû ku her bermîlek neftê bi 95 dolar û 5 sentan hatiye firotin.

Serepeyv