Îlon 02, 2022 09:01 Asia/Tehran
  • Li Iraqê serçeteyekî DAIŞê hat kuştin û sê terorîst hatin girtin

Rêxistina Heşda Şeibiyê ya Iraqê roja Pêncşemiyê qala kuştina serçeteyekî koma terorîst a DAIŞê li parêzgeha Neynewayê û girtina sê terorîstên din li bajarên Bexda û Mûsilê kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Rêxistina Heşda Şeibiyê ya Iraqê her wiha ragihand, Hêzên vê rêxistinê karîn hin tûnelên terorîstên DAIŞê li başûrê bajarê Mûsilê keşf bikin.

Rêxistina Heşda Şeibiyê ya Iraqê di sala 2014an da piştî ku koma terorîst a DAIŞê hin navçe û bajarên vî welatî dagir kirin, li sser fetwaya Ayetullah Sîstanî merceyê bilind ê şîeyên Iraqê hat damezirandin û di sala 2016an da bi erêkirina parlimana vî welatî, kete bin Serfermandetiya hêzên çekdar ên Iraqê.

 

Serepeyv