Tebax 30, 2022 08:12 Asia/Tehran
  •  Hejmara goriyên ji ber pevçûnên Iraqê zêde bû

Ajansa Reuters'ê qala zêdebûna hejmara goriyên ji ber pevçûnên roja Duşemiyê li Iraqê kir.

Li gorî vê raporê, Çavkaniyên pizîşkî yên Iraqê ragihand ku di pevçûnên roja Duşemiyê li Taxa Kesk a Bexdayê da, 20 kes hatine kuştin û 350 kes jî birîndar bûne.

El-Erebiyeyê jî ragihand ku du leşkerên iraqî di pevçûnan da hatine kuştin.

Hevdem kanala iraqî ya Sumiriye Newsê jî ragihand ku Ehmed Hatem El-Esedî serokê Polîsê Federal ê Iraqê di pevçûnên roja Duşemiyê da birîndar bûye.

Hêjayî gotinê ye, roja Duşemiyê piştî daxuyaniya destkişandina Muqteda Sedir ji çalakiyên siyasî li Iraqê, alîgirên Sedir êrîşî ser koşka serokomartiyê li Taxa Kesk a Bexdayê kir û çend saet piştra û piştî kontrolkirina koşka serokomartiyê ji aliyê hêzên ewlehiyê va, alîgirên Muqteda Sedir paşvekişiyana ji Taxa Kesk a Bexdayê dest pê kirin.

 

Serepeyv