Tebax 29, 2022 18:50 Asia/Tehran
  • Muqteda Sedir dest ji siyasetê kişand

Rêberê Tevgera Sedir a Iraqê bi awayekî çaverênekirî destkişandina xwe ya tekûz ji çalakiyên siyasî ragihand.

Li gorî rapora Shafagh Newsê, Muqteda Sedir, Rêberê Tevgera Sedir a Iraqê roja Duşemiyê û piştî daxuyaniya girîng a Ayetullah Seyid Kazim Hayîrî, ragihand: Min tu demekê îdiaya rêberî û merceyiyetê tunebûye û bo hertim dest ji çalakiyên siyasî dikişînim.

Ayetullah seyid Kazim Huseynî Hayîrî wek merceyê gelek alîgirên Tevgera Sedir û Muqteda Sedir bi xwe tê naskirin û îro bi ragihandina wêdaçûna xwe ji merceyiyetê ji ber nexweşî û temenê dirêj, bi awayekî nerasterast Muqteda Sedir xitab kir û rexne li duberetîçêkirina navbera gelê Iraqê bi navê du şehîdên Sedir girt.

 

Muqteda Sedir di dewama daxuyaniya xwe da qala girêdana hemû ofîs û saziyên girêdayî bi Tevgera Sedir kir, tevî vêya Navenda Tirba erîf (Şehîd Sedir), saziya çandî ya Şehîd Sedir û Mûzexaneya Şehîd Sedir wek istîsna da zanîn.

Ev di halekî da ye ku Muqteda Sedir di nîveka Sibata 2013an da jî carekê xwe ji siyasetê vekişandibû. Rêberê Tevgera Sedir a Iraqê heman demê bi daxuyaniyekê ragihand ku wî bi tamî dest ji siyasetê kişandiye û hemû ofîsên vê tevgerê ji wan yên siyasî, civakî û dînî girêdane.

 

Serepeyv