Tebax 29, 2022 13:08 Asia/Tehran
  • Hekîm: Lidarxistina hilbijartina pêşwext pêwîstî bi damezirandina dewleta xizmetguzar a neteweyî heye

Serokê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê tekez kir, ji bo lidarxistina hilbijartina pêşwext, pêwîstî bi pesendkirina qanûna nû ya hilbijartinê û damezirandina dewleta xizmetguzar a neteweyî heye da ku bikare xizmetan û derfetên kar û xebatên dabîn bike.

 

Seyid Emar Hekîm Rêberê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê şeva derbasbûyî di hevdîtina bi Şasiwar Ebdulwahid serokê Tevgera Nifşa Nû da got, Hemû aliyên iraqî divê ji bo bidawîanîna qeyrana siyasî ya niha hewil bidin. Wî got: Nakokî û pirrdengî mijareke xwezayî di pergala demokratîk da ye, lê eva ku rêkarek jê ra neyê peydakirin, xwezayî nîne.

Li gorî nûçeyeke din ji Iraqê, Berhem Salih serokomarê Iraqê û Jeanine Hennis-Plasschaert Nûnera NY li Iraqê derbarê alûgorên rewşa siyasî ya vî welatî axivîn û li sser girîngiya palpiştiya bi gotûbêjê di navbera hemû aliyên siyasî ji bo bidestxistina encamên razîker ji bo hemûyan ku ewlehî û aramiya vî welatî misoger bike û ramanên welatiyan veguherîne rastiyê, tekez kirin.

 

 

Serepeyv