Tebax 28, 2022 22:01 Asia/Tehran
  • Hizbullaha Iraqê: Em dikarin leşkerên Tirkiyê ji welatê xwe derxin

Berpirsê asayîşa Ketayîba Hizbullaha Iraqê amaje bi hebûna leşkerên Tirkiyê li bakurê wî welatî kir û got, em dikarin leşkerên Tirkiyê ji nav welatê xwe derbixin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, Ebû Elî Eskerî efserê asayîşa Ketaiba Hizbullaha Iraqê beşke ji Heşda Şeibiya vî welatî, bal kişande ser derkirina leşkerên Tirkiyê ji Iraqê û got: Eger dijminên Iraqê bombebarana welatê me berdewam bikin, ew ê bi astengiyan rûbirû bibin û em ê ji bo derxistina wan çi ji dest me were bikin.

Eskerî got, divê berî her tiştî  leşkerên tirk ji baregehan bên derxistin û  piştre jî herêmên sînor ji hebûna wan werin paqijkirin.

Berpirsê asayîşa Ketaib Hizbullah a Iraqê tekez kir ku berxwedan û dostên wê dikarin vê yekê bikin.

Li gorî gotina Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên, Tirkiyê ji sala 2018ê heta niha zêdetirî 22 hezar û 700 caran serweriya Iraqê binpê kiriye.

Serepeyv