Tebax 28, 2022 17:31 Asia/Tehran
  • Çarçoweya Hevahngiya Şîeyên Iraqê: Destpêşxerîya Tevgera Sedirê dê qeyrana siyasî çareser neke

Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê weke berteka li hember daxwaza Tevgera Sedrê ya beşdarnebûna partiyên siyasî di hilbijartinan de destnîşan kir ku destpêşxerîya Tevgera Sedrê dê qeyrana siyasî çareser neke.

 Tevgera Sedrê ya Iraqê di çarçova destpêşxerîyeke nû de, daxwaza wêdeçûna hemî partî û kesayetiyên siyasî û beşdariya partî û kesayetiyên nû jibo pêkanîna dewletê li vî welatî kir.

 Eyd El-Hilalî yek ji rêberên Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê got, em nikarin bi beşdarnebûna  alî û partiyên siyasî yên berê di hilbijartinan an  di warên siyasî û hikûmetê  de wan bixin tecrîdê. 

 El-Hîlalî her wiha got: Wan partîyana li Iraqê di nava gel de cih û şûna xwe hene û qanûn dê îznê nede ti partiyekê ku nêrînên xwe bo bijartina nûnerê siyasî û parlemanê bide sepandin.

 Vî rayedarê pilebilind ê  Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê destnîşan kir destpêşxerîya Tevgera Sedrê dê qeyrana siyasî çareser neke, belkî dê bêtifaqî û gêreyên siyasî zêde bike. 

 El-Hîlalî teqez kir sazî û partiyên siyasî yên Iraqê dê nehêlin ti partiyek bi ti awayî beşdarê warên sayasî nebe. 

 Hevalbendiya El-Fath a Iraqê bi serokatiya Hadî Amêrî jî weke berteka li hember daxwaza Tevgera Sedrê bo wêdedanîna partiyên siyasî yên berê ji demajoya hilbjartinên bê, ragehand ku  em nikarin baweriya xwe li gotinên siyasî yên xapokîn bînin. 

Seroka Firaksiyona Nifşa Nû li parlemana Iraqê jî di twîtekê de nivîsî: Ez hêvî dikim ev twîta Sedr, PDK û YNK jî bigre ber xwe. 

Sirwe Ebdulwahidê li rûpela xwe ya twîterê wiha got: Ez hêvî dikim ev twîta Sedr, PDK û YNK jî bigre ber xwe ji ber ku  gendelî tenê li Bexdayê tine, lewma me hewcetî bi twîtekê heye ku tê de eşkere navê partiyên gendelkar li Herêma Kurdistanê jî were gotin. 

Tevî derbasbûna nêzîkî 10 mehan ji lidarxistina hilbijartnên parlemana Iraqê, partî û tevgerên siyasî yên vî welatî nekarîne ku  serokkomar û serokwezîr destnîşan bikin û bijareya têkbirina parlemana nûawabûyî û lidarxistina dubare ya hilbijartinan piştî xwenîşandan û nearamiyên rojên derbasbûyî li Bexdayê weke bijarteyeke cidî jibo xilaskirina Iraqê ji xitimîna siyasî ketine rojevê. 

Serepeyv