Tebax 27, 2022 21:46 Asia/Tehran
  • Hebûna 20 hezar hêzên ewlehiyê ji bo dabînkirina ewlehiya meşa Erbeînê

Navenda Ragihandinê ya Fermandehiya Artêşa Iraqê li parêzgeha Kerbelayê derbarê amadebûna 20 hezar hêzên ewlehiyê ji bo dabînkirina ewlehiya meşa Erbeîn Husênî agahî da.

Li gorî rapora Mawazin (Mewazîn) News`ê, "Fahim El-Kerîtî" rêveberê beşa ragihandinê ya artêşa Iraqê li fermandariya "operasiyonên Kerbelayê" amadebûna ji bo pêkanîna plana ewlehiyê ya meşa Erbeînê ragihand û got: Di vê plana ewlehiyê de, dê  balafirên şer, helîkopterên artêşê, dron û kamerayên termal dê bên bikaranîn.

El-Kerîtî her wiha got: Artêş û hêzên ewlehiyê ev demek e dest bi paqijkirin û ewlehiya navçeyên derdora Kerbelayê heta biyabana Enbarê kirine û ji bilî ewlekirina rêyan, dê xizmetguzariyê jî ji bo ziyaretkiran pêşkêş bikin.

"Elî El-Hemdanî" fermandarê operesyonên "Firata Navendî" li rêxistina Heşdî Şeibî jî got: Ev rêxistina leşkerî- gelî jî dê bi hemahengî ligel artêşê û fermandariya polîsan beşdarî dabînkirina ewlehiya rêya meşê ya Erbeîn Husênî (S) bibe. 

Li gorî gotina El-Hemdanî, Heşda Şeibî dê 12 kamerayên termal bi dirêjahiya 35 km dayne û firokeyên bê firokevan bi dûrahiya 150 km û 30 km bikar bîne û hêzên vê rêxistinê jî dê li piraniya deveran bi cih bibin da ku ji bilî dabînkirina ewlehiyê xizmetê jî ji mêvanan re pêşkêş bikin.

Serepeyv