Tebax 27, 2022 16:42 Asia/Tehran
  • Rayedarên pillebilind ên Iraqê: Gotûbêj baştirîn bijare ji bo çareserkirina qeyranê ye

Serokomar, Serokwezîr, Serokê Parlemanê û Rêbrê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê dîyar kirin ku rewşa vî welatî hestyar e û baştirîn bijare ji bo çareserkirina qeyrana sîyasî civîna alîyên sîyasî dor masa gotûbêjê ye.

Berhem Salih Serokomarê Iraqê îro ji alîyên sîyasî xwest ku bi hewla hevpar dawî li qeyrannê sîyasî bînin û ji bo xilasbûna ji xitimîna vê gavê pêka aqil û destûra bingehîn pêngava rakin. Wî herwiha got: Asta qeyran û nakokîyê ne girîng e, divê gotûbêj were bikaranîn, divê pirsgirêk bên çareserkirin û rêçareya bingehîn were peydakirin ta ku iraqî bikaribin ji dewleteke xizmetguzar û berjewendîyên xwe sûdmend bibin.

Mistefa Kazimî Serokwezîrê Iraqê jî got: Eva ku qeyranên sîyasî yên vî welatî bê rêçare bimînin, nayê qebûlkirinê, ji ber ku ewlehîya Iraqê yê bikeve ber xeterê û kilîda çareserkirina qeyrana sîyasî jî civîna gişkan dor masa muzakireyên netewî ye.

Serokwezîrê Iraqê herwiha got: Rêçareya qeyrana roja îro eva ye ku her kes ser xêra Iraqê ji helwesta xwe were xwarê ta ku em welêt di encama gêreyên sîyasî da ji dest nedin, ji ber ku heke xwedênekirî dengê gulleyê were bihîstin, yê ew denga bi salan neyê bêdengkirin  ûsekinandin.

Mihemed Helbûsî Serokê Parlemana Iraqê jî piştgirî da destpêşxerîya Kazimî ya civîna alîyên sîyasî yên Iraqê jibo çareserkirina qeyrana nika û dîyar kir: Rewşa Iraqê nikare hema wiha bidome, divê hemî alîyên sîyasî carek din bizvirin dora masa gotûbêjê û rê ji bo hilbijartina zûdem bi merema çareserkirina qeyrana nika xweş bikin.

Di vî halî da Seyid Emar Hekîm Serokê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê jî amajeyî xitimîna sîyasî li vî welatî kir û ber bi Rêberê Bereya Sedir û hogirên wî va got: Nabe ku nakokî û xirabtêgiheştin me ji hev dûr bixin, em û birayên me yên Çarçova Hevahengîyê hela jî me bawerî li girîngî û cîgeha Bereya Sedir û bandora wê li navendên biryarder û pişikdarîya wan di sazî  ûdezgehên hikûmî da heye.

Ehmed Ebdullah Cibûrî Serokê Partîya Cemahîr Wetenîye ya Iraqê jî xwest ku desteyek ji Rêvebirên PDK û Hevalbendîya Feth`ê jibo hevdîtin û gotûbêja digel Rêberê Bereya Sedrê were pêkanîn.

Serepeyv