Tebax 25, 2022 09:16 Asia/Tehran
  • Helîkopterek li Iraqê kete xwarê

Helîkoptereke ayîdî Wezareta neftê ya Iraqê li parêzgeha Enbarê ya rojavayê vî welatî ket xwarê.

Malpera Shafagh Newsê êvara Çarşemiyê ragihand, Ev helîkopter demeke hindik piştî rabûna ji erdê ji ber kêşeya teknîkî ketiye.

Li gorî vê raporê, di vê bûyerê da çend kes birîndar bûne.

Kanala Saberin'a Iraqê jî ragihand, Rêveberê beşa keşfkirinê ya Wezareta neftê ya Iraqê bi awayekî ecêb û mûciz di vê bûyerê da zerarek negihîştiye wî.

Tê gotin ev helîkopter li navçeya Nexîbê ya parêzgeha Enbarê ketiye.

 

Serepeyv