Tebax 24, 2022 11:56 Asia/Tehran
  • Dubare destpêkirina çalakiyên dadgehên Iraqê

Civata Bilind a Dadweriya Iraqê şeva Sêşemê ragihand ku îro Çarşemî hemû dadgehên vî welatî dê dîsa dest bi karên xwe bikin.

Li gorî IRNA, Encumena Dadweriya Bilind a Iraqê, di daxuyaniyekê de, ku kopiyeke wê ketiye destê Mowazin Newsê, ragihand ku ev biryar ji ber vekişîna xwenîşanderan û şikandina dorpêçkirina avahiya Civata Bilind a Dadwerî û  Dadgeha Bilind a Federala Iraqê hatiye dayîn.

Vê Encûmenê her wiha hişyarî da ku li dijî kesên ku li hember qanûnê ne û saziyên giştî neçar dikin ku werin girtin, dê hemû tedbîrên qanûnî bikar bîne.

Sibeha Sêşemê bi sedan alîgirên tevgera Sedir çûn ber Civata Dadwerî ya Bilind û ji bo çalakiya rûniştinê dest bi vedana konan kirin.

Xwepêşanderan duruşm li ser cîbicîkirina daxwaza Muqteda Sedir a hilweşandina parlemanê di çarçoveya amadekariyên hilbijartinên pêşwext ênparlemanê de avêtin. 

Ev kiryarên alîgirên sedir bûn sedem ku Encumena Bilind a Dadwerî bi daxuyaniyekê rawestandina çalakiyên xwe û dadgeh û dadgeha federal a vî welatî ragihîne û bi awayekî sergirtî Tevgera Sedir û hikûmetêi ji vê rewşê re berpirsyar bide zanîn.

Berî vê yekê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê daxwaz ji hêzên siyasî û medyaya vî welatî kiribû ku, sîstema dadweriyê tevlî nakokiyên siyasî nekin.

Serepeyv