Tebax 23, 2022 20:57 Asia/Tehran
  • Tevgera Sedir: Divê Serokê Dezgeha Dadwerî ya Bilind a Iraqê ji kar bê dûrxistin

Piştî serhildana alîgirên Tevgera Sedir, rêveberê ofîsa Tevgera Sedir a Iraqê li Bexdayê îdia kir ku divê serokê sîstema dadwerî ya bilind bê rakirin.

Îbrahîm Cabirî, rêveberê ofîsa Seyd Muqtedî Sedir, rêberê tevgera Sedir a Iraqê îro Sêşemê got ku divê parlemana vî welatî were hilweşandin.

Cabirî bi îdiaya ku ev kiryar li gorî tedbîrên reformxwazane ye, tekez kir ku Tevgera Sedir dixwaze Faîq Zîdan serokê sîstema bilind a dadweriya Iraqê ji ser pêwera xwe were rakirin.

Ji aliyê din ve, îro Encumena Bilind a Dadwerî ya Iraqê, piştî kombûna xwepêşanderên alîgirên Sedir li ber avahiya wê saziyê, biryar da ku karê xwe, dadgehên bindestê xwe û dadgeha federal rawestîne.

Vê saziya dadwerî ya Bexdayê di daxuyaniya xwe de, eşkere kiriye ku kombûn û rûniştina li ber avahiya wê, bi mebesta zext û zora li ser Encumena Bilind a Dadwerî ye da ku neçar bibe deng li ser hilweşandina parlemana vî welatî bide.

Serepeyv