Tebax 23, 2022 19:42 Asia/Tehran
  • Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê çalakiyên xwe rawestand

Encumena Bilind a Dadwerî ya Iraqê bi daxuyaniyekê rawestandina çalakiyên xwe û dadgeha federal û dadgehên din ên vî welatî ragihand.

Hilbijartina pêşwext a parlemana Iraqê di 10ê Cotmeha 2021ê de hat lidarxistin û ji ber nakokiyên siyasî heta niha û tevî derbasbûna 10 mehan li ser lidarxistina vê hilbijartinê, tevger û aliyên siyasî yên vî welatî heta niha nekarîne hikûmeta nû pêk bînin.

Îro danê sibê (Sêşem) bi sedan alîgirên tevgera Sedir çûn ber avahiya Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê li Bexdayê û li wir dest bi vekirina kon û çadirên çalakiya rûniştinê kirin.

Piştî vê kombûnê, Encumena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê bi weşandina daxuyaniyekê, rawestandina çalakiya xwe û dadgeha federal û dadgehên din ên vî welatî ragihand.

Encumena Bilind a Dadwerî ya Iraqê tekezî li ser vê yekê kir ku em hikûmet û aliyên li pişt vê rûniştinê ji encamên wê yên yasayî berpirsyar dibînin.

Ji aliyê din ve endamê Çarçoweya Hevahengiyê Turkî El-Etebî jî diyar kir ku ev kom dê di nava 24 saetên bê de civîneke awarte li dar bixin û geşedanên têkildarî çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Encumena Bilind a Dadweriyê binirxînin.

Serepeyv