Tebax 21, 2022 17:34 Asia/Tehran
  •   Firokexaneya Navdewletî ya Kerkûkê dê di dawiya salê de vebe

Piştî çar salan karkirina bi rêya sektora taybet, niha Firokexaneya Navdewletî ya Kerkûkê amade ye ku heta dawiya îsal were vekirin. Ev salek e karê firokexaneyê bi dawî bûye, Rêveberiya Firokevaniya Sivîl a Iraqê 10 nîşeyên wê li ser firokexaneyê hene û plan dike ku piştî ku wan hal bike, firokexane vebe.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Berdevkê Firokexaneya Navdewletî ya Kerkûkê Herdî Semed ragihand, “Firokexane bi hemû şert û mercên îdarî û teknîkî amade ye ji bo vekirinê, hin merc hene ku li hin firokexaneyên Iraqê nîn in lê li vir hene, di nav wan de pîsta daketinê. Pîsta firokexaneyê ku yek ji pîstîn herî baş e û ji bo daketina hemû cure firokeyên leşkerî û sivîl gelek baş hatiye çêkirin, em hêvîdar in îsal Firokxaneya Kerkûkê bê vekirin.”

Du pîstên Firokexaneya Kerkûkê hene, salek e ji Bexdayê tê xwestin ku firokexaneyê veke lê her carê bi hincetekê, Hikûmeta Iraqê vekirina firokexaneyê paş dixe.

Serokê Encûmens Eşîrên Tirkmenan Feyzullah Sarî Kehiye got, “Hemû mijarên lojîstîkî temam bûne û ti hinceteke qanûnî nemaye lê wisa xuya dike ku hîn jî berjewendiyên aborî û zextên siyasî li ser hene. Piştî hemû hincet û astengiyan dema vekirina firokexaneyê hatiye.”

Firokexaneya Kerkûkê li ser beşek ji axa firokexaneya leşkerî ya Huriye hatiye çêkirin, rêveberiya Kerkûkê jî dibêje, bi zextên siyasî rê li ber vekirina wê tê girtin.

Berdevkê Koma Ereban Hatim Taî got, “Beriya niha dema vekirina firokexaneyê hatibû diyarkirin lê di kêliya dawî de hat paşxistin û li gorî agahiyên me zextên siyasî bûne sedema paşxistinê.”

Firokexane ji bo bajêr çavkaniyeke aborî ya baş tê hesibandin û tê pêşbînîkirin ku salane nêzîkî 500 hezar kes ji parêzgehên Kerkûk, Neynewa, Selahedîn û Diyala bi kar bînin.

 

Serepeyv