Tebax 21, 2022 08:50 Asia/Tehran
  •  Li Çiyayê Hemrînê 6 terorîstên DAIŞ’ê hatin kuştin

Dezgeha Dije Terorê ya Iraqê ragihand di operasyona hêzên artêşa Iraqê de li Çiyayê Hemrînê şeş terorîstên DAIŞ’ê hatine kuştin û di nava wan de jî berpirsê DAIŞ yê Selahedîn hebû.

Dezgeha Dije Terorê ya Iraqê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ragihand, îro hêzên wan ên hevbeş li gel wezareta navxwe û hêza asimanî ya Iraqê û îstixbaratê êrişê ser baregeheke terorîstên DAIŞê ya li Çiyayê Hemrînê kirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin di encama êrişê de şeş terorîstên DAIŞ’ê hatin kuştin. Di nava terorîstên hatin kuştin de berpirsê DAIŞ yê Selahedînê Ebo Meryem Elqehtanî jî heye.

Serepeyv