Tebax 20, 2022 23:10 Asia/Tehran
  • Serkirdeyê DAIŞê li parêzgeha Selahedîn a Iraqê hat kuştin

Fermangeha Dije Terorê ya Iraqê kuştina serkirdeyekî girîng ê DAIŞê li parêzgeha Selahedîn û 5 terorîstên din ragihand.

Li gorî rapora IRNA`yê, navenda têkoşîna li dijî têrorîsmê ya Iraqê îro Şemiyê bi daxûyaniyekê ragihand ku "Ebûmeryem El Qehtanî" ku ji aliyê DAIŞê ve wek rêveberê giştî yê "Parêzgeha Selahedîn" dihat naskirin, li gel 5 terorîstên DAIŞê. li çiyayê Hemrînê hatin kuştin.

Li gorî vê raporê, El Qehtanî û hevalên wî piştî êrişa balafirên şêr ên Iraqê li ser veşartgeha vî terorîstî li zincîre çiyayên Hemrînê hatin kuştin.

Fermangeha têkoşîna dijî terorê li Iraqê ragihand ku ev operasyon bi serperiştiya Fermandeya Giştî ya Hêzên Çekdar û bi beşdariya dezgeha îstixbarat û lêkolînên federalî li Wezareta Navxwe û hêzên asmanî yên Iraqê hatiye encamdan.

Vê Navendê amaje bi wê yekê jî kir ku "El-Qehtanî" bi çêkirina xalên pişkinînê yên sexte li nêzîkî deverên derdora çiyayê Hemrînê çavdêriya kuştin û revandina welatiyan û hêzên ewlehiyê dikir .

Berî vê yekê, grûpa medyayî ya dezgeha ewlehiyê ya Iraqê daxuyaniyek derbarê armanckirina çeperên DAIŞê ji aliyê balafirên hêza asmanî ya vî welatî li çiyayê Hemrînê li parêzgeha Selahedîn belav kiribû.

Serepeyv