Tebax 20, 2022 20:19 Asia/Tehran
  • Artêşa Iraqê li çiyayê Hemrîn pêgehên DAIŞê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Iraqê li çiyayê Hemrîn pêgehên koma terorîst a DAIŞê bombebaran kirin.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê di daxuyaniyekê de eşkere kir, îro şemiyê 20ê Tebaxa 2022yan, veşargehên terorîstên DAIŞê li şikeftên rêzeçiyayên Hemrînê ji aliyê firokeyên şer ên hêzên esmanî yên Iraqê ve hat bombebarankirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, êrîşên esmanî ji bo piştevaniya hêzên bejahî yên Fermandariya Operasyonan a Diyalayê bûye û operasyon bi armanca têkbirina paşmahiyên DAIŞê li rêzeçiyayên Hemrînê didome.

Tevî berdewamiya operasyona hêzên Iraqê, terorîstên DAIŞê li deverên Kurdistanî ên kêşe li ser û çendîn navçeyên Iraq di êrîş û kiryarên xwe yên terorîstî de berdewam in.

Di gelek civîn û gotûbêjan de Wezareta Pêşmerge ji Wezareta Berevanî ya Iraqê daxwaz kiriye, rêkeftin û hevahengiya zêdetir hebe ji bo tijekirina valahiya ewlehiyê li deverên kêşe li ser, ku bûye sedema mana DAIŞê li navçê.

Serepeyv