Tebax 20, 2022 16:28 Asia/Tehran
  • Li Lubnanê girtina neviyê birayê Sedam

Rayedarên Lubnanî girtina neviyê birayê serokomarê berê yê Iraqê Sedam Husên, bi tawana pêwendî bi komkujiya Spaykerê li Tikrîtê di sala 2014an de ragihand.

Li gorî rapora roja şemiyê ya Al Jazeera`yê, Ajansa Netewî ya Nûçeyan a Lubnanê ragihand, "Ebbas Îbrahîm" Rêvebirê Giştî yê Ewlehiya Giştî ya Lubnanê li gotûbêja bi kanala nûçeyan a El-Iraqiyeyê girtina “Ebdullah Yaser Sebawî El-Hesen” piştrast kir. ku ji aliyê dadweriya Iraqê ve tê xwestin.

Li gorî vê medyaya Lubnanî, ew bi tawana operasiyonên cinayetkarane û têkiliya wî bi komkujiya Spaykerê ku bi dehan kesên bêguneh tê de hatine kuştin, hatiye girtin.

Di vê derbarê de Rêveberê Giştî yê Asayîşa giştî ya Lubnanê amaje bi vê yekê jî kir ku girtina Sebawî ji aliyê dezgehên ewlekarî yên wezîfedar ên Lubnanê ve li ser bingeha rapora navnetewî ya Interpolê hatiye encamdan.

Baregeha Spayker (Mecid El Temîmî) li nêzîkî bajarê Tikrîtê li parêzgeha Selahedîn a Iraqê ye, terorîstên DAIŞê di 12ê Hezîrana 2014an de, piştî êriş û dagirkirina wî bajarî, nêzîkî du hezar xwendekarên binkeya hêzên asmanî yên Spayker îdam kirin û li Tikrîtê ew di goreke komî de veşartin.

Serepeyv