Tebax 18, 2022 18:38 Asia/Tehran
  • Berhem Salih: Rewşa niha ya Iraqê nayê qebûlkirin

Serokomarê Iraqê Berhem Salih got ku berdewambûna qeyrana siyasî li wî welatî nayê qebûlkirin.

Duh çarşemiyê serokomar, serokwezîr û serokê parlemana Iraqê û hejmarek ji nûnerên partiyên vî welatî li ser mijara derketina ji qeyrana vê demê li Iraqê di civînekê de beşdar bûn.

Li gorî rapora Şefeq News`ê, Berhem Salih serokkomarê Iraqê roja çarşemê li hevdîtina bi komek serok û nûnerên yekîtî û sendîkayên Iraqê li koşka Selam li Bexdayê rewşa niha ya vî welatî ne ya qebûlkirinê nirxand û bal kişande ser vê yekê ku divê ew nexşerêyekê ji bo derketina ji vê rewş û krîzê li ber çavan bigirin. 

Di vê hevdîtinê de, Berhem Salih, tekezî li ser pêbendbûna bi diyalog û hemahengiya ji bo çareseriya bilez a krîza siyasî li Iraqê kir û bi bîr xist ku sekinîna ser dîyalogê divê di çarçoweya dabînkirina mafên hevwelatîyan de bo jîyanek azad û bi rûmet, meşiyan ber bi çaksazîyên sîyasî û parastina aştî û aramîya navxweyî ya welat bibe.

Serokomarê Iraqê amaje bi wê yekê kir ku danîna nexşerêyeke zelal û pêşkêşkirina çareseriyan li ser bingeha diyalogê, dê berjewendiyên bilind ên niştimanî yên Iraqê biparêze û xelkê dilniya bike û pêwîstî û daxwazên wan bi cih bîne.

Li gorî daxuyaniya ofîsa Serokomariya Iraqê, Berhem Salih desnîşan kir ku berdewambûna rewşa niha ya Iraqê bi ti awayî nayê qebûlkirin û di dewamê de got: Divê rojên bêdeshilatî û bêencamiyê bên derbaskirin û rêz li îradeya gel û demokrasiyê bê girtin.

Berhem Salih di dawiyê de got, rêzgirtina li îrade û xwesteka gelê Iraqê, bingeha derketina ji qeyrana niha û kutakirina xitimîna siyasî ya welêt e.

Serepeyv