Tebax 18, 2022 08:49 Asia/Tehran
  • Bafil Talebanî û Nûrî Malikî li Bexdayê civiyan

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) Bafil Talebanî û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê Nûrî Malikî li Bexdayê ji bo gotûbêjkirina geşedanên siyasî û hewldanên ji bo dirustbûna yekdengiya niştimanî civiyan.

Li gor daxuyaniya civînê, her du aliyan tekezî li ser lihevkirina li ser bingeha hevbeşiya rasteqîn kirine, da ku Iraq ji vê rewşa siyasî ya têketiye derbas bibe, herwiha pêşwazî li destpêşxeriya îro kirin ji bo komkirina hêz û aliyên cuda bo dîtina rêyeke guncaw a çareserkiyê û zalbûna bi ser astengiyan de.

Talebanî û Malikî  herwiha daxwaz kirin ku pêngavên serxistina vê destpêşxeriyê berdewam û bileztir were kirin û hewldan di xizmeta armancên bilind de bin.

Di hevdîtinê de Serokê YNKê Bafil Talebanî diyar kiriye: “Rewşa îro ya welat wisa dixwaze ku em hemû ji bo seqamgîrî û hikûmraniyeke baştir yekdeng bin û armanca me bidestxistina jiyaneke aram û xweşguzeran be ji bo welatiyan.”

Serepeyv