Tebax 17, 2022 16:14 Asia/Tehran
  • Mistefa Kazimî banga diyalog û çareserkirina krîzê li aliyên iraqî kir

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bang li hemû hêzên siyasî yên li welat dike ku roja Çarşemê li baregeha hikûmetê bicivin û ji bo dîtina çareseriyekê ji krîza niha re dest bi diyalogeke ciddî bikin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Serokwezîrê Iraqê dibêje,“Ez ji hemû serkirdeyên welat daxwaza danûstandinên nîştimanî yên Iraqî dikim. Bo beşdarî çareseriyê bibin yan jî derbarê çareseriyê de fikreke wan hebe. Peyama min bo bira û serkirdeyên welat ew e, Pêwîst e di dijî astengan xwedî helwest bin û bo Iraqê em qurbaniyan bidin. Ew ê ku tenezul bike bila wisa nefikire ku di xala xwe ya lewaz de ye bo wê vî karî dike. Berovajî, tenezulkirin tê wata hêza rast.”

Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Cemal Koçer ragihand, ew piştgiriyê didin vê pêngavê û hatine agahdarkirin, ew dê beşdarî vê civînê bibin.

Parlementerê Fraksiyona Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) li Parlemena Iraqê, Biryar Reşîd jî got, “Niha dema herî guncaw e ku pirsgirêk bi danûstandin û gotubêjan werin çareserkirin.”

Palementerê Fraksiyona PDKyê Sebah Subhî jî pêşwazî li bangewaza Kazimî dike lê dibêje, zemîneyeke baş bo vê civînê nehatiye amadekirin.  

Despêşxeriya Serokwezîrê Iraqê di demekê de ye, roja Yekşemê Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî serdana Herêma Kurdistanê kir û li Hewlêrê li gel Mesûd Barzanî û Mesrûr Barzanî  û piştre jî li gel Elî Bapîr civiya. Piştî wê jî serdana Silêmaniyê kir û li gel Bafil Talebanî, Selahedîn Behadîn û Şasuwar Ebdulwahîd civiya.

Serepeyv