Tebax 16, 2022 20:49 Asia/Tehran
  • Xwepêşandana alîgirên Sedir heta daxuyaniyeke din hat paşxistin

Rêberê Tevgera Sedir a Iraqê xwenîşandana alîgirên xwe ku biryar bû roja Şemiya bê bihata lidarxistin, paşxist.

Ev demeke dirêj e Iraq tûşî qeyraneke siyasî bûye û piştî derbasbûna çend mehan ser lidarxistina hilbijartinên parlemanî, heta niha serokomar û serokwezîrekî nû nehatine hilbijartin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a iraqî (WAA), rêberê tevgera Sedir, Seyd Muqteda Sedir, roja sêşemiyê di peyamekê de paşxistina xwenîşandana roja şemiyê ya alîgirên xwe ragihand.

Muqteda Sedir li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsîbû ku xwepêşandana roja Şemiya bê heta daxuyaniyeke din hat paşxistin, lê greva gelê Iraqê heta pêkanîna daxwazên wan dê berdewam bibe.

Sedir ragihand, ji ber hezkirina wî ji Iraq, netewe û pîrozgehên wê re, radigihîne ku xwepêşandana roja Şemiyê heta daxuyaniyeke din hat paşxistin.

Şeva borî “Mihemed Salih El-Iraqî” kesayetiyê nêzîkî Seyd Muqteda Sedir ragehand ku her çende me daxwaza pêkanîna çaksaziyan li dezgeha dadweriyê kiriye, lê ev sazî û navenda wê xeta me a sor e.

Sekreterê Giştî yê Tevgera Asaîb Ehlî Heq a ​​Iraqê Qeys El-Xezalî jî di peyama xwe ya li ser Twitterê de wiha got: “Afirandina alozî û krîzê tenê ji bo berjewendiya dijminê hevpar e ku ketiye kemîna me hemûyan."

Serepeyv