Çarçoweya Hevahengiya Şîe ya Iraqê banga xwepêşandanên giştî kir
Komîteya Amadekar a Xwepêşandanan a Çarçoweya Hemahengiya Şîeyên Iraqê banga xwepêşandanên gel kir ji bo piştgirîkirina ji rewabûna Qanûnê.
Ev demeke dirêj e Iraq tûşî qeyraneke siyasî bûye û piştî derbasbûna çend mehan ser lidarxistina hilbijartinên parlemanî, heta niha serokomar û serokwezîrekî nû nehatine hilbijartin.
Li gorî rapora Kanala Sûmeriye News`ê, komîteya amadekar a xwenîşandanan a Çarçoweya Hevahengiya Şîeyên Iraqê li daxûyaniyekê roja sêşemê ragihand ku ew amade ne ji bo lidarxistina xwenîşandaneke girseyî ku dibe sedema parastina hikûmeta iraqiyan û ji aliyê din ve dibe sedema bicihatina xwestekên gel yên wek damezirîna lezgîn a hikûmetê û çareseriya pirsgirêkên weke buhabûn, qutbûna av û elektrîkê û hwd, lom em ji gel dixwazin li van xwepêşandanan beşdariyê bikin.
Di vê daxuyaniyê de hatiye gotin, dem û cihê vê xwepêşandanê wê piştre ji aliyê komîteya amadekar ve were diyarkirin.
Sekreterê Giştî yê Tevgera Asaîb Ehlî Heq a Iraqê Qeys El-Xezelî di peyama xwe ya li ser Twitterê de wiha got: “Afirandina alozî û krîzê tenê ji bo berjewendiya dijminê hevpar e ku ketiye kemîna me hemûyan."