Tebax 13, 2022 13:28 Asia/Tehran
  • Daxwaza komîteya hemahengiya grûpên şîe yên Iraqê ji bo pêkanîna bilez a hikûmetê

Komîteya hemahengiya grûpên şîe yên Iraqê ku bi “Çarçoveya Hevahengiyê” tên naskirin, li nêzîkî pira daleqandî ya li devera Kesk a Bexdayê, civîneke rûniştinê ya dema wê nediyar ragihand û daxwaza pêkanîna hikûmetê kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, komîteya hevahengiya gurûpên şîe yên Iraqê ku bi "Çarçoveya Hevahengiyê" tên nasîn, di daxuyaniya dawî ya xwenîşandana roja Îniyê ya li nêzîkî navçeya Kesk a Bexdayê de, tevî ragihandina çalakiya rûniştina dema wê nediyar li nêzîkî pira daliqandî ya Keskê li Bexdayê heta cîbicîkirina daxwazên dadmendane, daxwaza bilezkirina proseya damezrandinê Hikûmeta xwediyê desthilatên temam yên li gor destûrê ji bo vegerandina kerameta welat û çareserkirina pirsgirêkên welatiyan, kir.

Roja înê danê êvarê bi hezaran alîgirên meşrûiyetê û qanûna bingehîn û saziyên hikûmeta Iraqê dest bi meşa xwe kirin.

Hevdem alîgirên rewatiyê li parêzgehên Nînowa û Besrayê jî dest bi meşa xwe kirin û siloganên berevaniyê ji destûra bingehîn a welat avêtin.

Di 25ê Tîrmehê de, çarçoweya hemahengiya şîeyên Iraqê "Mihemed Şîa El-Sûdanî" wek berbijêrê serokwezîrê Iraqê destnîşan kir, ku rastî nerazîbûna tevgera Sedir hat; Xwepêşandanek ku bû sedem xwenîşanderên Sadirî derbasî nav devera kesk a Bexdayê û parlemana vî welatî bibin û piştre li qada parlemanê rûnin.

Rûniştina Sediriyan bû sedem ku di van du hefteyên borî de aliyên siyasî û rayedarên din ên vî welatî li hemberî wan nerazîbûna xwe nîşan bidin û bi berçavgirtina hesasiyeta rewşa Iraqê, wan daxwaza çareserkirina kêşeyan bi rêya diyalogê kirin û tekez li ser pêwîstiya parastina saziyên qanûnî yên welêt kirin û ji Muqteda Sedir xwestin bi çarçoveya hemahengiyê re bikeve diyalogê.

Hilbijartina pêşwext ya parlemana Iraqê di 10ê Cotmeha 2021ê hat lidarxistin, lê ji ber nakokiyên siyasî heta niha aliyên siyasî yên vî welatî nekariye hikûmeta nû pêk bîne, tevî ku 10 meh bi ser wê bûyerê re derbas bûye.

Serepeyv