Tebax 10, 2022 18:01 Asia/Tehran
  • Kazimî partî û komên siyasî ji bo gotûbêjê vexwendin

Serokwezîrê demkî yê Iraqê daxwaz ji partî û tevgerên siyasî yên vî welatî kir ku ji bo derketina ji kêşeya siyasî û çareserkirina nakokiyan bikevin nav diyalogê.

Li gorî rapora kanala televîzyona El-Sumaria, “Mistafa Kazimî” îro Çarşemê di merasima despêkirina operasyona jinûavakirina balafirgeha navnetewî ya Mûsilê de got: “Îro ji bo berjewendî û pêşeroja Iraqê, pêwîst e aliyên siyasî yên Iraqê xwe ji bo derxistina welêt ji xitimîna siyasî wezîfedar bizanin."

Kazimî her wiha got: "Ji bilî bi hev re axaftinê ti çareyeke me nemaye" û hêvî xwest her kes bi hemû hêza xwe hewl bide bo çareserkirina kêşeya siyasî ya Iraqê û ji bo çareserkirina nakokiyan berê xwe bidin diyalogê.

Serokwezîrê Iraqê her wiha got: Hezar sal gotûbêj baştir e ji demekê ku Iraqî li dijî hev û li hemberî hevdu bibin.

Hêjayî gotinê ye ku “Tevgera Sedir” ya Iraqê çarşema borî daxwaza hilweşandina parlemana niha û lidarxistina hilbijartinên pêşwext kiribû.

Di vê heyamê de, Civîna û xwepêşandanên alîgirên Tevgera Sedirbû sedem ku aliyên din ên siyasî jî li hemberî vê yekê nerazîbûnê nîşan bidin û bi berçavgirtina hesasiyeta şert û mercên Iraqê, daxwaza çareserkirina kêşeyan bi rêya diyalogê bikin û pêgîrî li ser parastina saziyên qanûnî yên wek Parlemanê kirin. Wan herwiha ji Muqteda Sedir xwestin ku bi çarçoveya hemahengiyê re diyalogê bike.

Serepeyv