Tebax 08, 2022 15:01 Asia/Tehran
  •  Daxuyaniya Seraya El-Selam derbarê teqîna li Necefa pîroz

Seraya El-Selam baska leşkerî ya ser bi Tevgera Sedir a Iraqê ragihand, teqînek li baregeheke vê komê li bajarê Necefa pîroz qewimiye.

Li gorî rapora Fars Newsê, Çavkaniyên iraqî vê sibê qala qewimîna teqînekê li baregeheke Seraya El-Selam baska leşkerî ya Tevgera Sedir li taxa El-Holî ya Necefê kir.

Demek piştî weşandina nûçeya teqînê li medyayên iraqî, Seraya El-Selam bi daxuyaniyekê ragihand: Li nav torên civakî û hin kanalên ssetlaytê nûçeyek derbarê teqîna li cihê xwedankirina çekan li baregeha tîpa Necefa Eşref a Seraya El-Selam belav bûye."

Di dewama vê daxuyaniyê da hatiye: "Tiştê ku qewimiye agirpêketina li nav salûneke baregeha vê tîpê bû ku di dema xebata komên agirvemirandinê ji bo vemirandina êgir da, ji ber teşenekirina gaza Oksîjenê di beşa bijîşkîyaa leşkerî da teqînek qewimî û di encamê da hejmarek birîndar bûn.

Li gorî ragihandina Seraya El-Selamê, ji ber vê teqînê 7 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn.

 

Serepeyv