Tebax 03, 2022 12:59 Asia/Tehran
  • Li Xaneqînê terorîstên DAIŞê êrîşê xaleke artêşa Iraqê kir

Çekdarên DAIŞê êrîşî ser xaleke artêşa Iraqê li gundekî Xaneqînê kir û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Li gor nûçeya K24ê, terorîstên DAIŞê êrîşî xaleke artêşa Iraqê li gundê Keşkolê yê ser bi Nahiya Qeretepe ve kir û di encamê de 2 leşker hatin kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.

Herwiha K24ê ragihand ku termên her du leşkerên kuştî û her du birîndar rakirin nexweşxana Gulale.

Vê kanala kurdî ya Kurdistana Iraqê diyar kir şerekî giran di navbera terorîstên DAIŞ û artêşa Iraqê derket. Piştre jî hêzeke artêşa Iraqê ji Qeretepe bi hawara wê xala leşkerî ve çû, lê di rê de bombeyek bi wan de jî teqiya.

Serepeyv