Tebax 03, 2022 12:31 Asia/Tehran
  • Tevgera Sedir a Iraqê bersiva na da daxwaza Kazimî ya ji bo gotûbêjê

Tevgera Sedir a Iraqê daxwaza serokwezîrê vî welatî Mistefa Kazimî ji bo gotûbêjê nepejirand.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî piştî bidawîhatina xwenîşandana alîgirên Çarçêva Hevahengiyê ya Şîeyan û alîgirên Tevgera Sedir, bang li hemû aliyan kir ku li ser maseya diyaloga niştimanî rûnin da ku bigihêjin çareseriyeke siyasî ji bo pirsgirêka heyî. 

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya El Quds El-Erebî; Cabir el-Xefacî ku yek ji rêberên tevgera Sedira Iraqê ye, nerazîbûna xwe li hember vexwendina Mistefa Kazimî ji bo gotûbêjê ragihand û got: Em ti çareseriyeke pînekirî û demkî qebûl nakin û em amade nînin li ser  maseyekê rûnin ku pirsgirêkê ji kokê çareser nake û em di wê baweriyê de ne ku pêwîstiya welat bi guhertineke radîkal û bingehîn heye.

Rewşa siyasî ya Iraqê roj bi roj aloztir dibe ji ber ku hêzên siyasî yên vî welatî li ser pêkanîna hikûmeta nû û hilbijartina serokomar û serokwezîr li hev nekirin, eva di rewşekê de ye ku nêzîkî 8 meh bi ser ragihandina encamên hilbijartinên parlemanî de derbas bûne û ji aliyê din ve tevgera Sedir ji proseya siyasî vekişyaye.

Hêjayî gotinê ye ku ji roja çarşema borî ve bi sedan alîgirên tevgera Sedir a Iraqê ji bo protestokirina pêşniyara “Mihemed Şîa El-Sudanî” ji bo postê serokwezîriya Iraqê ketin meydana Tehrîr a Bexdayê û piştre derbasî nav devera Kesk a Bexdayê û salona Parlemana Iraqê bûn.

Serepeyv